Kitêbxaneya Kurdî

netkurd
Enwer Karahan
Netkurd.com, 2005-10-11
Kurdên ku li Swêdê dijîn – bi piranî- haya wan ji Kitêbxaneya Kurdî heye, lê ji bona kurdên ku ne li Swêdê ne, ez dixwazim bi çend gotinan qala vê dezgeha kurdî bikim.Swêd welatekî weha ye ku ji hêla rêxistinên demokratîk yên sivîl û nemaze jî dezgehên kulturî ve îmkanên mezin dide civatê. Ev îmkanên hanê ne bi tenê swêdî jê îstifade dikin, herweha hemû gûrûpên biyanî jî jê îstifade dikin. Gava swêdî zanibin bi rastî jî mirov dixwaze tiştekî ku di xizmeta civatê de ye (nemaze jî meseleyêm kulturî) tu carî nabûn li ba wan tune ye; bila projeyeke maqûl be, bes e.

Kitêbxaneya Kurdî jî encama projeke bi vî rengî ye ku ew ji tefê Nedîm Dagdevîranî ve hatibû hazir kirin ku ew vê gavê midûrê Kitêbxaneyê ye.

Helbet him kurdan û him jî grûpên ji miletên dinê ev ciwanmêriya swêdiyan gelek caran îstismar kirine. Ji ber vê îstismariyê jî swêdiyan tedbîr wergirtine û nema wek berê alîkariya hin tiştan dikin. Weke tê zanîn, berê bi dehan kovar û rojnameyên bi kurdî derdiketin, bi dehan komele û dezgehên kurdan hebûn; lê vê gavê hejmareke pir hindik maye. Kovar û rojnameyên kurdî, hema hema tune ne.

Kitêbxaneya Kurdî yek ji van dezgehan e ku bi alîkariya dewleta Swêdê hetiye vekirin û îroj jî bi piştgiriya wê fînansmana xwe bi rê ve dibe. Wezarete Kulturê her sal ku butçeya xwe ya salane plan dike, li dora milyonekûdused (1 200. 000) hezar kronî ji bona mesrefên Kitêbxaneyê vediqetîne. Herweha belediyeya Stockholmê jî alîkariya kirêya wê dike. Ev meserefên hanê ji bona kirrîna kitêban, meaşê karkiran û mesrefên ji bona çalekiyên Kitêbxaneyê ne.

Ez bawer dikim ku bi vê sîstemê, yanî bi sîstema kitibxaneyê (ji xêndî başûrê Kurdistanê) kurd cara pêşî dibin xwedî îmkaneke weha ku cîhekî wan yê parastina kitêb, kovar û dokumentasiyoneke xwedî arşîv heye. Hin dezgehên ku di nava xwe de xwedî kitêbxaneya xwe ya xweser in, hene; lê ew bi gelek tiştên din ve jî mijîl dibin. Qada xebata wan ne bi tenê karê kitêbxaneyê ye. Nimûneya vêya ya herî ber bi çav Enstîtuya Kurdî ya Parîsê ye. Karê Kitêbxaneya Kurdî yê sereke arşîvkirina belge, kaset, kitêb, rojname û hwd. yên bi kurdî û li ser kurdan in û wan pêşkêşî xizmeta kurdan bike.

Li Kitêbxaneya Kurdî vê gavê li dora şeş (6000) hezar kitêbên qeydkirî hene ku ew bi kurdî ne (bi hemû zarafayan) û li ser kurdan in. Bi gelek zimanan kitêbên ku li ser kurdan hatine nivîsîn, li Kitêbxaneyê henin. Li dora 35 zimanan li ser kurdan kitêb (hin ji vana yek yan jî du lib tenê ne) hene. Herî pir jî bi zimanê tirkî, erebî, farizî û îngîlîzî nin. Herweha li dora 2000 hezar kaset û CD yên muzîka kurdî (çend fîlm jî hene) ku hatine qeyd kirin û arşîvkirin hene. Bi sedan kovar, rojname, broşur û belgeyên arşîvkirî hene ku kurd bixwazin karin jê îstifade bikin. Gelek ji van kitêban du nusheyên wan (yan jî zêdeyî duduyan) hene. Ew kitêbên ku du nusheyên wan hebin, mirov dikare ji bona sê hefteyan bi emanetî bibe mala xwe û ji xwe re bixwîne. Heger ji kitêbekê zêdeyî nusheyekê tune be, mirov dikare wê li Kitêbxaneyê bixwîne û heger bixwaze, dikare hin beşên wê kopî jî bike.

Kitêbxaneya Kurdî li ser giravekê ye ku navê wê Skeppsholmen e. Ev girav, giraveke ku ji gelek muzexane û dezgehên kulturî pêk tê. Orta giravê û merkeza bajêr, bi meşê 15 – 20 deqîqe ye û bi erebeyê jî çar – pênc deqîqe ye. Ev girav, giraveke weha ye ku roj hene bi sedan însan wê û dezgehên wê zîyaret dikin. Helbet bi piranî swêdî ne ku diherin li muzexane û dezgehên xwe digerin. Yek liban jî kurd hene ku diherin zîyareta Kitêbxaneyê.

Kitêbxaneya Kurdî di bin navê weqfekê[1] de hatiye damezirandin ku ew ji rêxistinên cûda pêk tê. Herweha encumeneke wê ya şêwirdariyê[2] heye ku ji gelek kurdologan pêk tê ku ew li welatên cûda dijîn. Li gel van jî komeleyeke dostên[3] Kitêbxaneyê heye.

Kitêbxane li binya Muzaxaneya Moderna û li kêleka Navenda Centrûma gel ya Kulturî ye. Ew li perê avê ye û cîhê wê gelekî xweş e. Keştiyên gelek artîst û navdarên swêdî cîranê wê ne ku ew wek mal bi kar tînin.

Helbet di serê her kurdî de gotina ”kitêbxaneyê” ne zelal e. Ji ber ku ez bi xwe jî sê salan lê xebitîme, ez hin tiştan dizanim. Gelek caran hin kesan telefon dikirin û li firotina kitêban dipirsîn. Hin kesan dixwest ku kitêbên xwe li wir dînin (ev nivîskar in jî) ku Kitêbxane ji wan re bifiroşe. Hin kesan daxwaza çapkirina berhemên xwe li Kitêbxaneyê dikir. Hin caran jî hin kesan ji xwe re kitêbek hildibijart û dixwest ku fiyeta wê zanibin da bikire.

Ji hêla din ve, bi dehan kurd hene ku alîkariya Kitêbxaneyê kirine. Hin kesan kitêbxaneyên xwe yên şexsî û arşîvên xwe diyarî Kitêbxaneyê kirine. Ji Kurdistanê û gelek deverên dinê, bi sedan kitêb ji bona Kitêbxaneyê hatine diyarîkirin. Gelek jî hatine kirîn.

Hin kurd jî hene ku gelek tiştên bi qîmet ku li piyaseyê pêde nabin, li ba wan hene lê naxwazin bidin Kitêbxaneyê. Hin kurd hene, ji roja ku Kitêbxane ava bûye (1997) û heta bi niha jî lingê wan bi wir nebûye. Bi kinayî, qasî ku dostên Kitêbxaneyê hene, ew qas jî kesên ku berê xwe jê guherîne hene. Ji serî de jî nivîskarên kurd.

Baş e, ev cîhê ku ew qasî xweş e û îmkanên wê yên mezin hene, kurd çi qasî jê îstifade dikin? Ev pirs bi serê xwe mijara minaqaşeyeke din e û gelek sedemên wê jî hene. Ez ji van sedeman hinan zanim û hinan jî nizanim. Ji xwe armanca vê nivîsê ne ew e ku ez minaqaşeyeke weha vekim. Bi tenê, ez dixwazim bête zanin ku li Stockholmê Kitêbxaneya Kurdî heye û gelek îmkanên wê hene ku lêkolîner, nivîskar û rojnamevan, xwendevan û hwd. karin jê îstifade bikin.

[1] Weqfa Kitêbxaneya Kurdî ku ji nûnerên rêxistinên cihê cihê pêk tê, di 25.08.1999an de bi awayekî resmî hate avakirin. rêvebirîya wê ji van kesan pêk tê: serok Kalli Klement (Komeleya Dostên Kitêbxaneya Kurdî), serokê duwemîn Aycan Bozarslan (Federasyona Komelên Kurdistanê Li Swêdê), Nedim Dagdeviren (Mudurê Kitêbxaneyê), endam Martin van Bruinessen (ji Encumena şêwirdariyê), Anna Gustafsson-Chen (Komeleya Kitêbxaneyên Giştî yên Swêdê) û Lars Olsson (Kitêbxaneya Qraliyetê ya Swêdê).Li gel nûnerek li ser navê nivîskarên kurdên ku li Swêdê dijî, hejmara komîteya rêvebir ji heft kesan pêk tê. Hilbijartina kesekî din dê di sala 2002î de pêk bê.
[2] Encumena şêwirdarîyê ya Kitêbxaneya Kurdî ji Kurdologên ji welatên cihêcihê ku ji xwe ji serî ve di nav xebata me de bûn ji van kesan pêk tê:Prof. Joyce Blau (Fransa), Prof. Martin van Bruinessen (Holland), Dr. Michael Chyet (DYA), Dr. Mirella Galetti (Italya), Dr. Amîr Hassanpour (Kanada), Prof. Philip Kreyenbroek (Almanya), Prof. Izzedin Mistefa Resûl (Kurdistana Başûr) û Prof. Şakiro Xido
(Rûsya).
[3] Ev komele, navdarên ji Swêd jî di nav de, ji bal hin kesên ku dixwestin piştgirîya xwe bi Kitêbxaneya Kurdî re bînin zman, di 5ê Gulana 1997an de hat damezrandin. Komîta wê ya birêvebir ji van kesan pêk tê: serok Ove Rådberg (endamê Encumena Pîyasa Kar û Perwerdekarîyê ya Beledîya Stockholmê), cîgira serok Birgitta Wallin (redaktor), sekreter Eva Melldahl, endam Hêvî Sabrî, Suzanne Osten (rejîsor) û Azîz Alis.

© 2021 The Kurdish Library in Stockholm Frontier Theme