“Dagirkeran berhem ji xwe re birine.”

imagesFatma Savci
Azadiya Welat, 20-02-2009

Em kurd wek neteweyeke bê mîrata nivîskî tên zanîn. Kurdên ku di dîrokê de kêm caran bûne xwedî dewlet di heman demê de, ji kitêbxane û arşîveke nivîskî jî mehrûm mane.Yek ji encama bê dewletbûn û bindestiya neteweya kurdan jî ev rastiya xeter e. Lê cihê kêfxweşiyê ye ku tevî hemî bêderfetiyan, êdî kurd hewl didin ku kitêbxaneyan ava bikin û mîrata xwe ya nivîskî biparêzin.

Di nav vê atmosfera hilbijartin û hengameya siyasî de, her çendî bala kêm kesan kêşandibe jî, di van rojan de nûçeyeke xweş belav bû. Li Amedê kitêbxaneyeke bi navê “Kitêbxaneya Mehmet Uzun” bi kê şahî hat vekirin. Bi hêviya ku kitêbxaneyên kurdan zêde bibin û kitêbên kurdî qîmet bibînin û bên xwendin. Yek ji van kitêbxaneyên giring û bi wate jî, Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê ye.

Serokê Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê mamoste Newzad Hirorî diyar kir ku ev kitêbxane di 10 cotmeha 1997’ê hatiye damezirandin û kitêbxaneyên kurdî yên din ji bilî vê li vî welatî nîn in. Hirorî d barê mijara tê gotin ku di dîrokê de kurd wek miletekî bê kitêbxane û arşîveke nivîskî ne wiha got: “Kitêbxaneyeka navendî û arşîveka neteweyî ya kurdan hîç rojê nebûne, ev rast e. Parçekirina Kurdistanê û dagirkirina wê bûye sedem ku kurd nebin xwedî kitêbxaneyeka neteweyî ya ku mîrata w ya nivîskî û devkî biparêze. Her wiha dagirkerên Kurdistanê berhemên kurdan ji xwe re birine û piran caran wek mîrata xwe hesibandine. Qedexeya li ser çand û zimanê kurdî bûye sebeb ku kurdan nikar pirtûk, kovar, wêne û materyalên din li malên xwe jî biparêzin.” Hîrorî di berdewama axaftina xwe de bilêv kir ku mîr û serdar û zanayên kurdan di hemî qonaxên dîroka Kurdistanê de xwedî kitêbxaneyên
têra xwe dewlemend bûne. Bi hezaran kitêb û nivîsên bi kurdî şewitîne, winda bûne û nemane.

BERHEM TÊN PARASTIN

Hirorî bilêv kir ku niha, li başûrê Kurdistanê hewlên avakirina sîstemekê ji bo parastina berhemên weşanxaneyên Kurdistanê tên kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Silêmaniyê, dezgehê “Erşîfî Neweteyî Kurdistan” berî pênc salan hatiye avakirin. Enstîtuya Kelepûrê Kurdî ya ku li Silêmaniyê û Dihokê berdewam folklora kurdî arşîv dike û wek pirtûk çap dike. Wezareta rewşenbîriyê ya hikûmeta Kurdistanê nusxeyên pirtûkên nûçapkirî diparêze. Lê, dezgeheke navendî nîn e ku hemû berhemên kurdan biparêze. Li derveyî Kurdistanê, kitêbxaneyên ku berhemên kurdî diparêzin ava bûne. Ji wan Kitêbxane û Muzexaneya Kurdî li New Yorkê, kitêbxaneya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û Kitêbxaneya Ku li Stockholmê. Lê van kitêbxaneyan jî nikariye hemû yan piraniya mîrata nivîskî û devkî ya kurdan ko bikin.”

Newzad pirsa ‘Hin derdor dibêjin, di vê serdema teknolojiyê de, rista kitêb û kitêbxaneyan nema ye, t ser vê yekê çi dibêjî’ wiha bersivand: “Kitêbxane ew cih e yê ku kitêb tê de tên parastin. Ji vî alî ve, kitêbxane îmkanê dide me ku em zanyarî û agahdariyan li ser fikir û hizir û tecrûbe û zanîn û nezanîn hwd yên nifşên serdema xwe û nifşên berî xwe peyda bikin û sûde jê wergerin. Kitêbên li ser kaxizê ê wek kitêbên dijîtal (e-pirtûk) û kitêbên dengî jî derdikevin piyaseyê. Her çend hezkerên kitêba teqlîdî li ser kaxizê ji van formên nû dilteng bin jî, ev guherîn hem baş in û hem jî pêwîst in. Pirtûkên dijîtal domdartir in, kêm cih digirin û sînor û qanûnên qedexekirinê derbas dikin.”

Newzad Hirorî destnîşan kir ku piraniya berhemên kurdan yên kevn li kitêbxaneyên biyaniyan, wek Rûsya, Brîtaniya, Fransa, parastî ne û gelek dokumentên kurdan û yên li ser kurdan di kitêbxaneyên Tirkiye, Îran û Sûriyeyê de hene. Nêzî 10 hezar pirtûk li kitêbxaneya kurdî ya Stockholmê hene.

RASTÎ ELEQEYÊ TÊ
Hirorî der barê rola pirtûkxaneya Stockholmê di nav civata kurdan de wiha got: “Kitêbxaneya Kurdî y Stockholmê dezgeheka kulturî ya qîmetdar û giring e li Swêdê. Ew hem mîrata kulturî ya kurdan diparêze hem jî wê mîratê ji bo xelkê berdest dike. Her kurdek dikare sûdê ji vê kitêbxaneyê werbigir çunkî berhemên cur bi cur tê de hene. Zarok, balix, xwendekar, lêkolîner û hwd. dikarin berhemên li xwe di vê kitêbxaneyê de bibînin. Mêvanên kitêbxaneyê ji her cureyî hene. Jin, mêr, ciwan, kurd, biya û hwd. tên kitêbxaneyê.”

FATMA SAVCI – STOCKHOLM

 

© 2015 The Kurdish Library in Stockholm Frontier Theme