Kutubxane û Navenda Dokumentasyonê ya Kurd tê sazkirin

logoya_roja_nu
Roja Nû, nr. 89, 1996
Roja Nû: Birêz Nedim Dağdeviren, me di rojnameyeke swêdî da xwend û em hayedar bûn ku ji bo avakirina pirtûkxaneyeke kurdî ya “neteweyî” te însîyatîf girtîye. Çend meh berî nuha Daîra kulturê ya (Statens Kulturråd) ev pêşnîyar ji şeş kovarên kurdî yên ku li Swêdê derdikevin û Komela Nivîskarên Kurd li Swêdê ra kiribû. Lê wisa xuya ye te berî wan dest avêtiye vî karî. Gelo ev tercîha mercîyên resmî bû, yan sedem neamedebûna kovaran bû?
Nedim Dağdeviren: Projeya ji bo damezrandina banqeya zanyariyê û kutubxaneyeke Kurdî ya ku ev ji du salan zêdetir e, ez li ser dixebitim, ji terefî Stiftelsen Framtidens kultur (Weqfa Çanda Pêşerojê) ya ku ji aliyê dewleta Swêdê ji bo piştgiriya xebatên çandî yên afirandêr hatiye damezrandin, hat qebûlkirin.
Tibaba alîkariya du salan -tev meaşê kesê ku dê berpirsiyariya vê projeyê bi rê ve bibe-1 400 000 (milyonek û çarsed hezar) Kronên Swêdî ne.
Kutubxane û Navenda Dokumentasyonê ya Kurd a ku ji aliyê Belediyeya Stockholmê jî bi biryara terxankirina lokalekê piştgirî lê tê kirin, dê di demeke kurt de dest bi xebatên xwe bike.
Armanca civîna ku hûn behsa wê dikin û wek şêwirdar bi pêşniyara min di 8ê Îlona 1995an de bi kovarên Kurdî yên ku alîkariyê ji Konseya Kulturê ya Dewletê (Statens Kulturråd) werdigrin, hat çêkirin, danûstendineke fikrî ya di warê mirov çawa dikare vê alîkariya ku bi kovarên Kurdî tê kirin, bi awakî hîn rasyoneltir bi kar bîne de, bû.
Di dawiya civînê de, gava behsa wan niqteyên ku divê bibin mijarê hevkariyê hat kirin, tev ku tu pêywendiyeke wê ya raste rast bi rojeva civînê re tune bû jî “îhtîmala” damezrandina kutubxaneyekê an jî muzeyekê mîna “fanteziyekê” hatibû zimên. Yanî di civînê de wek ku hûn îddîa dikin, li ser tu “pêşniyareke” weha nehat rawestin. Ez dixwazim diyar bikim ku bi qasî şeş mehan beriya vê civînê, ev proje pêşkêşî Weqfê bûbû û di 20ê Hezîrana 1995an de jî biryara di warê piştgiriya projeyê ketibû destê min. Wekî din jî dîsa eynî proje di 23ê Îlona 1994an de, ango salekê beriya civîna ku hûn behsa wê dikin, bi awakî “fermî” pêşkêşî dezgeheke din a Swêdê bûbû. Ger hûn bala xwe bidinê, bê heta projeyeke weha mezin û fireh bi awayekî nivîskî bête amadekirin, ji kîjan qonaxan derbas bûye, hûn ê jî teqdîr bikin ku qonaxa fikrî ya vê projeyê ji salekê bêtir ajotiye. Ji ber vê yekê, ne ji nêzîk û ne jî ji dûr ve, tu têkiliya projeya Kutubxaneya Kurdî û civîna ku hûn behsa wê dikin, tune ye.
Hevoka dawî ya pirsa we jî piştî daxuyaniyên min ên ku li jorê hatin zimên, ma”neya xwe wenda dike.
Roja Nû: Madem tu bi tena serê xwe bi kareki weha giring û dijwar radibî, mena xwe ew e ku tu bi xwe baş bawer î ku tê bikaribî ji sazîyên kulturî, (mesela Komela nivîskaran, kovar û weşanxaneyên wek Roja Nû, Armanc ku nêzikî bist salan e li Swêdê karê weşanê dikin, û gelek weşanxane û kovarên din jî hene) çêtir vî karî biki. Eger wisa be ji gelo çima te bi wan ra hevkari, alikari, dan û standin hewce nedît? Avakirina “pirtûkxaneya neteweyi” bi vî awayi, di cîh da ye li gor raya te?
Nedim Dağdeviren: Divê neyê fikirandin ku min bêyî ewlebûna di warê serkevtina vî karê “girîng û dijwar” de, dest bi xebatê kiribe. Di pêvajoya amadekirina vê projeyê de, piştî ku min di warê vî karî de, baweriya xwe bi serkevtinê anî, min da ser rê. Wek ku min li jorê jî diyar kir, bi tenê avakirina fikra vê projeyê wexteke pirr dirêj ajot. Ez weha bawer dikim ku di warê pêwîstiya gelê Kurd ê ku ax, çand, dîrok û edebiyata wî bi salan e tê talankirin, bi dezgeheke weha heye de, em hemfikir in.
Di pirsa ku fikra wê min bi xwe ava kiribe û ez tê de jîr, jêhatî û têrzane me de, tu derdê min ê ku ji bo ez erêkirinê ji hin deveran werbigrim, tune ye. Ez bi xwe, danîna pêywendiyên bi kes û dezgehên ku hewcedariya min bi piştgiriya wan heye re, mîna pêwîstiyekê dinirxînim. Ez ê hewil bidim ku vê pêywendiyê di pêvajoya mijûliya bi karên teknîk ên kutubxaneyê de, pêk bînim.
Ji ber vê yekê, ger ne bi wê lezbûna ku ez hêvî dikim be jî ez dixwazim heta ku mumkun be, hemû der û dorên Kurdan bibînim, wan di warê xebatên ji bo pêkanîna vê projeyê agahdar bikim û fikrên wan ên ku di vî warî de hene, werbigrim. Ji ber vê yekê, ji berdêla ku projeya kutubxaneyê wek raqîbê hin kes û dezgehan bête dîtin, ez hêvî dikim dê mîna hewildaneke ku armanca wê, wan temam bike û bi wan re hereket bike, bête nirxandin.
“Pirtûkxaneya Neteweyî” ne îddîaya min e. Lê ez bawer dikim ku gava mirov li Kutubxane û Navenda Dokumentasyonê ya Kurd bi çavê ku dê di pêşerojê de bikaribe bibe “embriyona” Kutubxaneya Neteweyî ya Kurd binihêre, dê ne neheqiyek be.
Roja Nû: Bêguman tu jî dizanî ku di van salên dawîyê da, hin kesan li ser navê kurdan gelek pere standin lê tiştek jî nekirin. Helbet em pêşinen nabêjin ku tê nikaribî di vi kari da bi serkevî, yan jî ev proje wê wek yên din roda here. Em ji te ra serfiraziyê dixwazin, karekî gelekî hêja ye tu pê rabûyi. Lê heta nuha projeyên şexsan tu encameke baş nedane, yan jî nivcî mane. Çawa ku mafê kesên bêkêr tune ku li ser navê “alikariya kurdan” pera bistînin û pûç bikin, wisa jî mafê sazgehên kulturî, komele yan ji her kurdekî xwedî berpirsiyar nine ku li hember vê rewşê bê qeyd bimînin. Loma pêwist e ku em hewldanên weha ji ber çavan nerevînin. Ne tenê ji bo ku ew di binê kontrolê da bên girtin, lê herwisa ji bo ku heta ji destê me bê, em ji alikarîya wan xebatan bikin da ku bi serkevin. Em hêvidar in ku tu eleqa me di vê çarçovê da û geleki dostane bibinî… Gelo tu dikarî li ser projeyê hinek agahdari bidi xwendevanan?
Nedim Dağdeviren: Ji ber ku ji pirsa we hem bêhna yekalîbûnê û hem jî ya alîgiriyê tê, bi rastî ez di warê bersivdayinê de zehmetiyê dikşînim. Ji bo pêkanîna îdealên xwe ji hin dezgehan wergirtina piştgiriya maddî ya ku ji bo herkesî bi awayekî wekhev hatiye pêşkêşkirin, ji bo mirovên ji ber ku “li ser navê Kurdan” jiyana xwe xistine ortê, mecbûrî jiyana li surgûnê bûne, ez pirr tebîî dibînim. Tiştê ku ez tebîî nabînim û yê ku mirov pê xemgîn dibe, wek ku hûn jî dixwazin bînin zimên, hem weke şexs û hem jî weke rêxistin ji van îmkanan newergirtina encamên ku tê xwestin û neserkevtinên ku di vî warî de derdikevin ortê ne. Ez vê jî bi tengfikirandina ku di warê têkiliya armanc û pergalê de heye û bi tendensa ku ji armancê bêtir berê xwe dide pergalê û wê jî mîna tiştekî ku “divê bi awakî pragmatîk jê bête îstîfadekirin” dinirxîne ve girê didim. Lê tevî vê jî ez dixwazim diyar bikim ku divê em hin hewildan û encamên erînî û serkevtî -yên hem şexsî û hem rêxistinî- jî bibînin.
Ez hesasiyeta we ya ji bo ku ew neyiniyên we behsa wan kir, rê nedin pêşînhukumkirina mirovan, girîng dibînim. Ez dixwazim bi taybetî diyar bikim ku ez giringiyeke mezin didim niyeta we ya paqij, vê însiyatîva we ya ji bo amadekirina vê hevpeyvînê û helwesta we ya bi gotinên “çi alîkariya ku ji destên me bê, em amade ne”, hat zimên. Daxwazên we yên serfiraziyê û bi awayê ” karekî gellekî hêja ye” nirxandina we ya projeyê, ez gellek kêfxweş kirim. Ji bo vê gellek sipas. Ez di vê navberê de dixwazim bi rêya we, dengê xwe bighînim hemû şexs û derûdorên Kurdan ku pêwîstiya min bi piştgiriya wan a bi vî rengî heye.
Ez dixwazim nuha jî di derheqa projeyê de bi kurtî agahdariyê bidim we.
Kutubxane û Navenda Dokumentasyonê ya Kurd ji sê beşan pêk tê; kutubxane, dokumentasyon û banqeya zanyariyê. Ji aliyê dezgehî jî ji kesê ku berpirsiyarê vê projeyê ye û ji grûpeke referens pêk tê. Di vê grûpa referensê de ev kesên ku navên wan li jêr hatine diyarkirin hene: Prof. Joyce Blau (Fransa), Dr. Martin van Bruinessen (Hollanda), Dr. Amir Hassanpour (Kanada), Prof. Îzedîn Mistefa Resûl (Kurdistana Başûr), Omar Seikhmous (Swêd), Johannes Meyer-Îngwersen (Almanya) û Prof. Şakirê Xido (Rûsya). Bersiva redaktorê Dengê Amerîkayê (beşa Kurdî) Michael L. Chyet jî hîn negîhaştiye destê me. Bi îhtîmaleke mezin ew ê jî di nava vê grûpa referensê de cîhê xwe bigre.
Beşa Kutubxaneyê ji pirtûkên Kurdî yên ku bi sê alfabeyan (Latînî, Erebî û Kîrîlî) hatine nivîsandin û pirtûkên bi zimanên din li ser Kurdan hatine nivîsandin, pêk tê.
Di beşa Dokumentasyonê de jî koleksiyonên kovaran, kupurên rojnameyan, û weşanên mîna belavok û buroşuran cîh digrin. Di eynî beşê de dokumentasyona rêxistinîbûna Kurdan a siyasî, sendîkayî û çandî jî dê bi hevkariya rêxistinên ku hatin binavkirin mîna projeyên intern pêk bê. Kasetên muzîk û vîdeoyê yên Kurdî û fotograf û wêneyên li ser Kurdan jî dê di vê beşê de bên arşîvkirin.
Ger em werin ser beşa Banqeya zanyariyê…
Bîblîyografyaya weşanên Kurdî: Ev bîblîyografya ji du hezar pirtûkan pêk tê. Ji bo her pirtûkekê 38 agahdariyên cuda hene. Mirov dikare bi alîkariya komputurê, li gor pêwîstiya xwe, lê bigere, tasnîf û kategorîze bike…
Maketa îstatîstîkên Kurdî: Di vê qonaxê de ji Kurdistana Bakur dest pê dike. Maketa îstatîstîkên Kurdî ji agahdariyên li ser nufûs, ekonomî, jiyana civakî û çandî ya -ji wîlayetan heta gundan (bi navên wan ên eslî)- ji deh hezaran bêtir rûniştegehên Kurdistanê ku dê di komputurê de bên qeyidkirin, pêk tê…
Gotinên pêşiyan Kurdî: Ev beşa hanê li gel du hezar gotinên pêşiyan, ji mijar, yên ku ew berhev kirine, tarîxa berhevkirinê, devera ku jê hatine berhevkirin û cîhên ku lê hatine weşandin, pêk tê…
Kutubxaneya pirtûkên yasaxkirî: Ev beş ji pirtûkên ku li Tirkiyeyê hatine yasaxkirin pêk tê û bi hevkariya Kulûba PENê ya Swêdê bi projeyeke hevbeş hatiye amadekirin… Di vê kutubxaneya digîtal a ku mirov dê bikaribe bi rêya Înternetê bigihêjê de, dê teksta pirtûkê, bi zimanê Îngilîzî bi kurtî danasîna wê, agahdariyên di derheqa daweyên lê hatine vekirin de, “mueyîdeyên” ji bo nivîskar û weşangerê wê hebin…
Di nava programa me ya xebatê de, hin projeyên intern ên ku dê dû re pêşkêşî redaksiyonên kovarên mîna Roja Nû, Armanc, Çira û Nûdemê bibin û bi wan re li ser munaqaşe bê kirin jî hene.
Ez ê piştî çareserkirina pirsa lokalê, di demeke pirr kurt de bi munasebeta vekirinê, civînekê amade bikim û ez ê di vê civînê de di derheqa hemû karên ku em difikirin pêk bînin de, agahdariyên fireh bidim raya giştî.
Roja Nû: Hêviya me ew e ku tu vê xebata giring û hêja bigihîni armanca wê. Em wek Roja Nû amade ne ku li gor îmkanên xwe piştgiriya wê bikin. Spas ji bo agahdariyên te.
Nedim Dağdeviren: Sipas ji bo elaqa û dostaniya ku Roja Nû ji bo vê projeya me nîşan dide.© Roja Nû
© 2021 The Kurdish Library in Stockholm Frontier Theme