Newzad Hirorî: Ez dixwazim ko Kitêbxaneya Kurdî bibe dezgeheka daîmî û milkdar

nefel
Enwer Karahan
Nefel.com, 2007-12-04
Mêvanê min yê vê carê jî Newzad Hirorî ye. Newzad Hirorî ji başûrê Kurdistanê ye û weke ji paşnavê wî jî diyar dibe, ew ji gundê Hirorê ye ko bi ser bajarê Dihokê ve ye. Kek Newzad piştî wefata Nedîm Dagdewîranî bû serokê Kitêbxaneya Kurdî. Her çi qasî ew vê gavê serokê Kitêbxaneyê be û kurdên Swêdê wî bi vê nasnameyê nas bikin jî di eslê xwe de, ew yekî zimannas e û xebatên wî yên di vê derbarê de berdewam in.Min ji ber du sedemên esasî ev sohbeta hanê hilbijart, yek jê ji ber wazîfeya wî ya di derbarê serokatiya Kitêbxaneyê de bû û ya din jî meseleya fikrên wî yên di derheqê zimanê kurdî de bû. Ji ber ez weha bawer dikim ko fikrên Newzadî yên di derbarê zimanê kurdî de fikrên ilmî ne û ew dikare di navbera kurdên bakur û başûrê Kurdistanê de bibe pireyeke hevbeş. Kesên ko bi meseleyên zimên re mijûl dibin kek Newzadî nas dikin, lê gelek kes hene ko haya wan ji fikir û perspektîfên kek Newzadî tune ye, loma jî min pêwîstî dît ko hin fikrên wî bi pirsên xwe û bersivên wî bigihînim we xwendevanên hêja.

Di beşê pêşî de, em ê li ser Kitêbxaneya Kurdî pirsan ji wî bikin û we jî ji hin înfermasyonên di derbarê Kitêbxaneyê de agahdar bikin.

Kurdên ko li Swêdê dijîn – bi piranî – haya wan ji Kitêbxaneya Kurdî heye, lê ji bona kurdên ko ne li Swêdê ne, ez dixwazim bi çend gotinan qala vî dezgehê hêja bikim da kurd jê îstifade bikin.

Kitêbxaneya Kurdî di sala 1997an de bi pêşengiya Nedîm Dagdevîranî hatiye damezirandin û heta bi niha gelek karên hêja kiriye.

Kitêbxaneya Kurdî bi alîkariya dewleta Swêdê hetiye avakirin û îroj jî bi piştgiriya wê fînansmana xwe bi rê ve dibe. Wezarete Kulturê her sal ko butçeya xwe ya salane plan dike, li dor milyonekûdused (1 200. 000) hezar kronî ji bona mesrefên Kitêbxaneyê vediqetîne. Her weha belediyeya Stockholmê jî alîkariya kirêya wê dike. Ev meserefên hanê ji bona kirîna kitêban, meaşê karkiran û mesrefên ji bona çalekiyên Kitêbxaneyê ne.

Li Kitêbxaneya Kurdî vê gavê li dora heyşt hezar û pênsed (8 500) kitêbên qeydkirî hene ko ew bi zimanê kurdî (bi hemû zaravayan) û li ser kurdan in. Ji xêdî wê jî kitêbên ko bi gelek zimanan hatine nivîsîn, li Kitêbxaneyê henin. Li dor 35 zimanan li ser kurdan kitêb (hin ji vana yek yan jî du lib tenê ne) hene. Herî pir jî bi zimanê tirkî, erebî, farizî û îngîlîzî nin. Her weha li dora du hezar (2000) kaset û CD yên muzîka kurdî (çend fîlm jî hene) ko hatine qeyd kirin û arşîvkirin hene. Bi sedan kovar, rojname, broşur û belgeyên arşîvkirî hene ko kurd bixwazin karin jê îstifade bikin.

Kitêbxaneya Kurdî li ser giravekê ye ko navê wê Skeppsholmen e. Ev girav, giraveke ko ji gelek muzexane û dezgehên kulturî pêk tê. Ev girav, giraveke weha ye ko roj hene bi sedan însan wê û dezgehên wê zîyaret dikin. Helbet bi piranî swêdî ne ko diherin li muzexane û dezgehên xwe digerin. Yek liban jî kurd hene ko diherin zîyareta Kitêbxaneyê.

Kitêbxaneya Kurdî di bin navê weqfekê de hatiye damezirandin ko ew ji rêxistinên cuda pêk tê. Her weha encumeneke wê ya şêwirdariyê heye ko ji gelek kurdologan pêk tê ko ew li welatên cuda dijîn. Li gel van jî komeleyeke dostên Kitêbxaneyê heye.

Newzad Hirorî ko serokê Kitêbxaneyê ye, di derheqê pêşeroja qelem û kitêbê de xwediyê fikir û projeyan e. Min jî di vî derberî de hin pirs û meraqên xwe jê rirsîne, de ka hûn jî lê binerin, bê çi dikeve serê we. Bi hêviya ko bi kêrî we bê.

***

Enwer Karahan: — Kek Newzad, ji ber wazîfeya te ya nuh ko tu bûyî serokê Kitêbxaneya Kurdî dê pirsên min bi giranî li ser Kitêbxaneyê û her weha di derbarê zimanê kurdî de bin, lê teva ko ez bi xwe te ji nêzîk de nas dikim jî, berî wê ez dixwazim em piçekî bahsa te bikin ko kurdên ji derveyî başûrê Kurdistanê jî te nas bikin, tu çi dibêjî?

Newzad Hirorî: — Çima ne, bila.

Enwer Karahan: — Ka tu ji kerema xwe re ji me re bibêjî, bê tu ji kê derê hatiyî û ber bi kê derê ve diçî?

Newzad Hirorî: — Ez ji bajarê Dihokê yê başûrê Kurdistanê me. Ji sala 1992yan û pê ve ez li Swêdê dijîm.

Enwer Karahan: — Hema ew qas?

Newzad Hirorî: — Ma ne bes e?

Enwer Karahan: — Tu dizanî, piştî ko tu qîma xwe pê tînî, mesele tune ye.

Newzad Hirorî: — Ka em binerin, heger di pêş de pêwîstî pê hebe, em dê careke din vegerin vê meseleyê.

Enwer Karahan: — Baş e, bila weha be… Kek Newzad; her çi qasî berî karê te yê li Kitêbxaneyê jî tu wek kesekî ko bi zimên re mijûl dibûyî û weha dihatî naskirin jî, kurdên Swêdê û yên ne ji başûrê Kurdistanê hîna bêtir te bi Kitêbxaneya Kurdî nas dikin, gelo ev rast e, yan qeneeta min weha ye?

Newzad Hirorî: — Ez bawer dikim ko ez ji ber mijûlbûna bi babetên zimanî ve bêtir ji ber karê Kitêbxaneya Kurdî li nava kurdên Swêdê û yên li derveyî Swêdê têm nas kirin.

Enwer Karahan: — Ev tê wê maneyê ko qeneeta min rast e.

Newzad Hirorî: — Pir–hindik, wisa ye.

Enwer Karahan: — Piştî mirina serokê Kitêbxaneyê (Nedîm Dagdeviren) ji bo vê wazîfeyê tu hatî hilbijartin; di vê navberê de çi problemên Kitêbxaneyê çêbûn? Ji hêla rêvebirin û çalekiyan de tu qelsbûn yan jî sarbûn di aktîvîteyên Kitêbxaneyê de çêbûn?

Newzad Hirorî: — Heger mebesta te ji “navberê” ew wext e ko ji mirina Nedîmî heta destpêkirina karê min be, çalakiyên Kitêbxaneyê her ji destpêka meha duyê ya îsal 2007-ê – dema ko rewşa tendirustî ya Nedîmî pir xerab bûbû – heta dawiya meha pêncê ji bilî karûbarên îdarî yên giring pê ve nebûn. Lê, heger tu behsa wê demê dikî ko min wezîfe wergirt û heta niho be, ez dikarim bi piştrastî bibêjim ko sistî û xavî di kar û xebatên Kitêbxaneya Kurdî de çê nebûne. Her ji destpêkê de, me civînên cuda li gel nivîskarên kurd, mamostayên kurd û rêxistinên kurd saz kirin bona domandin û xurtkirina peywendiyên kurdan û Kitêbxaneya Kurdî. Çalakiyên cihê li Kitêbxaneyê hatine kirin. Karê pirtûkvaniyê, wek kirîna pitûkan, qeydkirina wan, bideyndana wan, dijîtalkirina wan û hwd. berdewam e.

Enwer Karahan: — Wek em dizanin Nedîmê rehmetî derûdoreke baş (him di nav swêdiyan de û him jî di nav kurdan de) çêkiribû û prestîja Kitêbxaneyê – nemaze li ba swêdiyan – bilind kiribû, li dû wefata wî tu dê çawa vê berdewamiyê ava bikî? Yan jî em weha bibêjin, tu difikirî ko wan tiştan bikî ko wî bi xwe dikirin?

Newzad Hirorî: — Her kesî ji me awayê xwe yê taybet yê bizav û xebatê û dîtina xwe ya nemaze ji bo jiyan û heyinê heye. Nedîmê rehmetî toreka berfireh ya kontaktan ji xwe re ava kiribû û xwe gihandibû kesên payebilind û desthilatdar di civaka Swêdê de. Ew bi xwe mirovekê pirhêvî bû û dixwast gelek karan bike. Xewneka wî ew bû ko kitêbxaneyeka kurdî dabimeziranda. Wî ew xewna xwe bi renc û têkiliyên xwe kir rastî û ev deh sal di ser vebûna wê de derbas bûn. Gelek xewnên wî yên wek Kitêbxaneya kurdî ya dijîtlal, Muzîkxaneya kurdî, Kitêbxaneya kurdî ya li Diyarbekirê, kovarên kurdî yên temadar û dehên din yên mîna wan hebûn. Şiyana wî ya xeyalkirinê pir xurt bû. Wî gelek tişt digotin û gelek tişt dikirin. Lê, şakarê wî yê biqîmet û pirgiring Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê ye. Ev kitêbxane parêzgeha çandeya kurdî ye û wargehê peyva azad e. Ji bo Nedîmî Kitêbxaneya Kurdî mijûliyek ji mijûliyan bû. Mijûliyeka min bi tenê heye, ew jî Kitêbxaneya Kurdî ye.

Enwer Karahan: — Baş e, projeyên te ji bona pêşeroja Kitêbxanyê çi ne?

Newzad Hirorî: — Projeya herî giring ew e ko Kitêbxaneya Kurdî bibe dezgeheka daîmî li Swêdê. Ev jî tê wê maneyê ko Kitêbxane bibe milkdar yan xwediya budceyeka sabit yan jî herdu bi hev re. Ev proje bi salek û du salan bi cî nayê. Hewil û xebatên cidî jê re pêwîst in.

Gelek kurd nizanin ko Kitêbxneya Kurdî heye yan jî nizanin ka çi di Kitêbxaneyê de heye. Xebat ji bo nasandina Kitêbxaneyê lazim e. Di vî warî de, em dixebitin ko berê zarokên kurd, ciwanên kurd û dayik û babên wan bidin Kitêbxaneyê û herweha malpera Kitêbxaneyê bi e-pirtûkan û agahdariyên sûdmend dewlemend bikin.

Hin projeyên din jî di fikira min de hene û gava ez wan bikim rastî dê zêdetir behsa wan bikim.

Enwer Karahan: — De baş e, em jî dê li bende bimînin… Pirsa min a vê carê dê li ser wê yekê be ko tê gotin hûn ê ji vî cîhê Kitêbxaneyê bar bikin, ev rast e?

Newzad Hirorî: — Belê, ji ber ko ev cih dê di dema du salan de bêt temîr kirin.

Enwer Karahan: — Piştî tamîratê, hûn ê dîsa vegerin vira?

Newzad Hirorî: — Mimkin e.

Enwer Karahan: — Vê gavê, çi qas kitêb li Kitêbxaneyê hene?

Newzad Hirorî: — Li gor kataloga Kitêbxaneyê, ev pirtûk hene:

Kurmancî 2010
Soranî 1741
Kirmanckî (zazakî) 135
Goranî 14
——–
Kurdî (sercem/yekun) 3890

Tirkî 3032
Swêdî 400
Îngilzî 232
Elmanî 327
Erebî 258
Fransî 112
Rûsî 131
Farsî 98
Zimanên dî 200
——
Nekurdî (sercem/yekun) 4663

Li gor salan:
1700-1800 1
1800-1900 46
1900-1950 188
1951-1980 873
1981-2000 4950
2000-2007 2230

Li gor hinek babetan;

Helbest 1031
Siyaset 942
Dîrok 839
Roman 452
Çîrok 321
Zarok 273
Zimannasî 196
Ferheng 119

Ji van pirtûkan;
754 werger in ji zimanên din bo kurdî.
210 werger in ji kurdî bo zimanên din.

Nêzîkî 300 kovar û rojanemyan li Kitêbxaneyê hene.

Zêdetir ji 2000 kaset û CD-yên stiranan li Kitêbxaneyê hene.

Enwer Karahan: — Xwendevan bi kîjan awayî dikarin ji van materyalan îstifade bike?

Newzad Hirorî: — Kesên ko dikarin serdana Kitêbxaneyê bikin, dişên li salona xwandinê rûnin û li materyalên ko dixwazin binêrin yan jî pirtûkan ji bo 21 rojan deyn bikin û bi xwe re bibin malê. Yên ko li derveyî Stockholmê dimînin û dixwazin pirtûkên Kitêbxaneyê deyn bikin, dikarin bi rêya kitêbxaneya bajarê xwe wan ji me daxwaz bikin. Mirov dikare bi rêya malpera Kitêbxaneyê, www.kurdishlibrary.org, di kataloga Kitêbxaneyê de li pirtûkan bigere. Îmkanên kopîkirin û skanerkirinê li Kitêbxaneyê hene.

Enwer Karahan: — Xwendevanên li derveyî Swêdê jî dikarin kitêban deyn bikin?

Newzad Hirorî: — Nexêr.

Enwer Karahan: — Hûn kitêbên çawa tomar dikin û bi kîjan awayî kitêban bi destî dixin, ji bona vê yekê krîtereke we ya bi teybet heye?

Newzad Hirorî: — Em hemû materyalên ko bi zimanê kurdî hatiye nivîsandin û hemû materyalê ko li ser kurd û Kurdistanê hatiye nivîsandin kom dikin. Me hîç sensor û sinor li ser naverok, kvalîte, xwedî û dîroka vî materyalî danenîne. Pirtûkên dîndar û bêdînan, partiyan û rêxistinan, dost û dijminan, xweyanî û biyaniyan, zana û nezanan û kevin û nû di vê Kitêbxaneyê de hene. Nêzîkî 2500 ji 8500 pirtûkan û gelek rojname û kovar diyariyên nivîskar û xêrxwazan in. Yên mayî jî hatine kirîn. Em bi wê serbilind in ko her nivîskar berhemên xwe çi bi firotin yan ji bi diyarîkrin bigehînin Kitêbxaneyê û wê pê bixemilînin.

Enwer Karahan: — Ji bona kesên ko ji derveyî Swêdê tên, hûn çi rehetiyê ji wan re pêde dikin ko ew bikarin karên xwe yên lêkolîn û hwd li vira bikin?

Newzad Hirorî: — Xizmetkariyên ko em bi kêfxweşî ji bo mêvanên Kitêbxaneyê yên ji derveyî Swêdê tên pêşkêş dikin berdestkirina materyalên pêwîst ji bo lêkolînên wan, alîkarîkirina wan di kopîkirin û bikaranîna komputerê de û beşdarkirina wan di xwarin û vexwarina me ya rojane de.

Enwer Karahan: — Têkiliya Kitêbxaneyê û nivîskarên kurd çawa ye?

Newzad Hirorî: — Bi min, têkiliyên Kitêbxane û nivîskarên kurd gelekî baş e. Me di meha hezîrana îsal de bangî nivîskarên kurd yên ko li Stockholm û derdorên wê dimînin kir û piraniya wan hatin Kitêbxaneyê. Wan hem pêşniyar û dîtinên xwe gotin hem jî hezkirina xwe ya alîkarîkirina Kitêbxaneyê û pêşvebirina wê diyar kir. Di destûra weqfa Kitêbxaneya Kurdî de hatiye nivîsîn ko nivîskarekê/a kurd yê/a ko endamê/a Yekîtiya Nivîksarên Swêdê ye piştî hilbijartinê dibe endamê komîteya birêveber ya weqfê. Ev mesele heta niho jî neqediyaye û çi nivîskarekê/a kurd nebûye endamê/a weqfê. Lê, ez dê bi cidî hewil bidim ko vê benda destûra weqfê bi cih bînim.

Enwer Karahan: — Ev nêzîkî deh salan e ko Kitêbxane ava bûye, lê bi qandî mirov dibihîze û his dike, ew qîmeta ko Kitêbxane dide nivîskarên bi zimanên biyanî dinivîsin, wê qîmetê nade nivîskarên kurd ko bi kurdî dinivîsin, gelo ev rast e; heger rast be, ji ber çi ye?

Newzad Hirorî: — Heger em li wan çalakiyên ko Kitêbxaneya Kurdî pêk anîne binêrin, em dê baştir bibînin ka ev îda rast e, yan ne.

Sal: çalakî

1998: 10 7 pêşangeh; (3) semînar; (kurdî) 1 semînar ji bo 3 helbestvanên jin
1999: 6 3 pêşangeh; (3) semînar, (kurdî) 2 semînar ji bo Refîq Sabir û Mehmet Tarinkulu
2000: 7 4 pêşengeh; 3 semînar
2001: 11 5 pêşangeh; 5 semînar; 1 aheng; (kurdî) 1 semînar
2002: 12 2 pêşangeh, 7 semînar, 3 aheng; (kurd) 2 semînar
2003: 12 6 semînar, 6 çalakiyên din; (kurdî) 4 semînar
2004: 5 2 pêşangeh, 2 semînar, 1 fîlm; (kurdî) 1 semînar ji bo du helbestvanan
2005: 5 3 pêşangeh, 2 semînar; (kurdî) 1 semînar ji bo Şakirê Xido û Weîzrê Eşo
2006: 7 3 pêşangeh, 4 çalakiyên din
2007: 9 2 pêşangeh, 3 semînar, 4 çalakiyên din; (kurdî) 2 senînar ji bo Dilşad Ebdulla û heşt nivîskaran

Di deh salan de, Kitêbxaneya Kurdî 84 çalakî pêk anîne. 34 ji wan semînar bûne. Ji 34 semînarên ko di deh salan de hatine kirin, 24 nivîskarên kurdînivîs di 13 semînarên bi zimanê kurdî de, anko di bêtir ji 1/3 semînaran de, beşdar bûne. Zimanê semînarên din yan swêdî yan jî îngilîzî bûye. Mirov dibîne ko kurdînivîs kêmtir ji swêdînivîsan ketine di bernameya çalakiyên Kitêbxaneyê de. Ev nayê wê maneyê ko nivîskarên kurdînivîs ji yên din kêmqedirtir in yan jî yên din rêzdartir in. Lê, mirov dikare çalakiyên li ser berhemên bi zimanê kurdî zêdetir bike. Divê em ji bîr nekin ko armancek ji armancên Kitêbxaneya Kurdî ew e ko têkiliyên kulturî yên di navbera kurd û swêdiyan de xurttir bike. Ev jî bi rêya pêşkêşkirina berhemên kurdan yên ko bi swêdî li ser kurd û Kurdistanê hatine nivîsandin û berhemên swêdiyan yên ko li ser kurd û Kurdistanê hatine afirandin pêk têt.

Enwer Karahan: — Rojê çi qas kes serdana Kitêbxaneyê dikin û hîna bêtir ji kîjan beşên civatê nin?

Newzad Hirorî: — Mêhvanên Kitêbxaneyê kêm in. Yên ko tên Kitêbxaneyê lêkolînvan, grûpên xwendekaran û kesên din in. Ev tabloya li jêrî amarên (statistîkên) deynkirina pirtûkan 2006-ê diyar dikin.

Di sala 2006-ê de 77 kesan 295 pirtûk deyn kiribûn. Ji wan 77 kesan, 21 jin û 56 mêr bûn. Ji wan 77 kesan, 10 kes di temenê 55-75 saliyê de, 30 kes di jiyê 35-54 saliyê de û 37 jî di emrê 19-34 saliyê de bûn.

Zimanê wan 295 pirtûkên deynkirî ev bûn:

Tirkî: 102
Swêdî: 71
Soranî: 35
Kurmancî: 38
Îngilîzî: 34
Erebî: 5
Farizî: 2
Rûsî:1
Fransî: 2
Suriyankî:1
Almanî: 4

Enwer Karahan: — Yanî ev tê wê maneyê ko 296 kitêb ji terefê 77 kesan ve di sala 2006an hatiye deynkirin; lê ev ne hejmareke pir hindik e?

Newzad Hirorî: — Bi rastî jî hindik e. Sedemên vê yekê jî dikarin ev bin: 1) Kurd bi giştî ji xwendinê hez nakin, 2) Ciwanên kurd zanyariyan bi rêya zimanê swêdî û îngilîzî peyda dikin, 3) Gelek kurd nizanin ko Kitêbxaneya Kurdî heye yan jî nizanin ka Kitêbxane çi xizmetkariyan pêşkêş dike, 4) Ciyê Kitêbxaneyê ji bo ziyaretkirinê ne minasib e, 5) Gelek pirtûk û berhemên din hene ko li Kitêbxaneyê nînin, 6) Hinek pirtûkên kurdî di kitêbxaneyên belediyeyên Swêdê de ko ji bo kurdan ji Kitêbxaneya Kurdî nêzîktir in peyda dibin. Belku hinek sedemên din jî hebin.

Enwer Karahan: — Weha xuya ye ko meseleya hezkirin û ne hezkirina kitêban kula gelek miletan e, loma jî em wê weha bihêlin kek Newzad.

Newzad Hirorî: — Ez hazirim ko bersiva pirsên te bidim, wekî din çi ji destî tê?

Enwer Karahan: — Rast e, lê yê me, nehezkirina kitêban ekstra ye… Îcar pirseke din, kek Newzad; gelo fînansmana Kitêbxaneyê çawa temîn dibe?

Newzad Hirorî: — Aboriya Kitêbxaneya Kurdî ji wan alîkariyên darayî temîn dibe ko yên dewleta Swêdê û belediyeya Stockholmê didin. Ew alîkarî ji mesrefên karmendan, kirîna pirtûkan, kiriya avahiyê û tiştên girêdayî karê Kitêbxaneyê re diçin. Em nikarin bi wan pereyan hemû karên ko divê di vê Kitêbxaneyê de bên kirin bi rê ve bibin. Em bi tenê karên herî giring û sereke dikin û yên din dihêlin heta ko dewr û zemanekî îmkanên bicihanîna wan bi dest me bikevin.

Enwer Karahan: — Ji bilî wê tu alîkarî dibin, yanî ji terefê kurdan ve?

Newzad Hirorî: — Ji hêla aborî ve, kurdan heta niha hîç alîkariya Kitêbxaneyê nekiriye. Lê, gelek kesan alîkarî bi rêya diyarîkirina pirtûk, kovar, wêne û hwd. û girêdana komputeran û avakirina databasan û wergerandina tekstan kiriye.

Enwer Karahan: — Tu rêxistineke ko dosta kitêbxaneyê yan jî piştgira wê tune ye?

Newzad Hirorî: — Kitêbxaneya Kurdî bi alîkariya Komeleya Dostên Kitêbxaneyê ava bûye. Gelek swêdiyên desthilatdar û kurdên navdar endamên vê komeleyê ne. Kar û xebatên vê komeleyê di van çend salên borî de sist û lawaz bû. Divê ev komele bête aktîv kirin û karê piştgirî û xurtikirina Kitêbxaneyê hilde ser milên xwe. Her kes dikar bibe endamê vê komeleyê. Serokê komeleyê, ko niho Ove Rådberg e, endamê meclisa weqfa Kitêbxaneya Kurdî ye.

Enwer Karahan: — Kek Newzad, em li nivîskarên xelkê dinêrin, gelekan ji wan xelatên cuda ji dezgehên xwe yên neteweyî stendine, lê yên kurdan kêm kes hene ko wan xelat wergirtibin, ji ber ko dezgehên xelatdayinê tune nin, hûn nafikirin ko salê carekê li ser navê Kitêbxaneya Kurdî xelatekê bidin? Fikreke we ya weha heye?

Newzad Hirorî: — Dezgehên kurdan hene ko berhemdarên edebiyatê xelat dikin. Weşanxaneya Arasê, Enstituya Kurdî ya Stenbolê û Enstituya Kurdî ya Parîsê xelatan dibexşin. Lê, fikira te ko Kitêbxaneya Kurdî jî bibe dezgehekê xelatder hizireka baş e û em dê bi cidî li ser bixebitin.

Enwer Karahan: — Te li jorî qala malpera Kitêbxaneyê kir, gelo çi îmkan hene ko xwendevanên kurdî li ser înternetê ji Kitêbxaneyê îstifade bikin; tu kitêbên dijîtalîzekirî hene ko xwendevan jê îstifade bikin?

Newzad Hirorî: — Malpera Kitêbxaneyê têt nû kirin. Gelek pirtûkên dijîtalîzekirî dê di malpera nû de bên bi cih kirin. Hinek agahiyên nû û babetên nû dê lê bên zêde kirin û madeyên kevin dê bên serast kirin. Herweha, îmkana lêgerînê di kataloga onlineyê ya Kitêbxaneyê de hêsantir dibe. Ez ji vê zêdetir behs nakim ta ko malper temam dibe û dikeve karî.

© 2021 The Kurdish Library in Stockholm Frontier Theme